Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dê Dest bi Hin Çalakiyên Navokî Bike


Îranê ferman da zanyarên xwe ku dest bi pêşxistina hin sîstemên karkirina gemiyên deryayî li ser wizeya navokî bikin.

Ev ferman tê wek bersiv li ser binpêkirina Amerîka ji rêkeftina navokî re di sala 2015an de, wek ku Îran dibble.

Şarezayên navokî gotin bizava serok Hesen Rûhanî, eger pêkbê, dê pêwîstî hebe bi pêtandina Yûranyom bo asta herî bilind a ku rêkeftina navokî erê dike ji bo jinavbirina metirsiyên avakirina Tehran bumbeya otomî.

Ragihandina Rûhanî, riyaksyona Tehran a yekem nîşan dide li dijî biryara Kongrêsa Amerîka ya meha borî, ku hin ceza li ser Îranê bêne dirêjkirin.

Koşka sipî got haya wê ji biryara Îranê hebû û nîşan pê da ku Rûhanî gotibû her karek di derbarê gemiyan de, dê di çarçoweya pêgiriyên Îranê bi rekeftinê de be.

Peyvdarê koşka sipî Joş Earnest got:

"Ragihandina Îraniyan a îro ne berevajî rêkeftina navokî ye ku dê nehêle Îran çekên navokî vehewîne.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîka John Kirby got Amerîka piştrastbû ku ajansa wizeya otomî ya navnetewî, ku çavdêriya şûnên navokî yên Îranê dike, dê pêgiriya Îran bi rêkeftina navokî bişopîne.

XS
SM
MD
LG