Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Berpirsiya Teqîna Kenîseya Qahîrê Radighîne


Gurûpa dewleta Îslamî berpirsiyariya xwe ragihand li dor teqîna xwekujî ya roja yekşemê di Kenîseyeka Qubtiyan de li paytexta Misir Qahîra ku di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Gurûpa terorîst di daxuyaniyekê de ku roja sêşemê li ser internet belav bû, soza êrîşên bêhtir da û got dê berdewam be di şerê dijî "her kafirekî li Misir û cihên din"

Tilfizyonê hin girteyên vîdyo weşandin çawa berguman derbasî dergehên kenîseyê dibe ,berê xwe biteqîne.

Gurûpê ew bi nave Ebû Ebdella el-Mesrî da nasîn ku diyare navekî çêkiriye.

Roja duşemê serokê Misir Ebdulfetah el-Sîsî xwekujê 22 salî bi navê Mehmûd Şefîq Mihemed Mistefa da nasîn.

Desthilatdarên Misrî 4 kes girtin bi gumanan girêdana bi teqînê û hîn li hin kesên din digerin.

Tê zanîn, pêkhateya Qubtî ku rêjeya wê10 ji sedî ye ji xelkê Misir, bûye armanca tundûtijiya dijî mesîhiyan piştî rûxandina serokê misilman Mihemed Morsî di sala 2013an de.

XS
SM
MD
LG