Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Amerîkî: Rûsya Hakirina Hilbijartinên Amerîka Xist Berjewendiya Trump


Vladimir Putin
Vladimir Putin

Li gor sê berpirsên Amerîkî, serokê Rûsya Vladimir Putin çavdêriya ajansên xwe yên agahdariyê kir ji bo hakirina hilbijartinên serokatiya Amerîka û ji ew asta hewildanên giştî yên têkbirina demukrasiyê guherand bo alîkariya Donald Trump.

Ajansên agahdariya Amerîka gihîştin encamekê ku Rûsya hewil da bandorê bide ser hilbijartinan bi riya hakirina xelkê û dezgehan, di nav de jî dezgehên partiya Demuqrat. Vê yekê serokê hilbijartî tengirand û wî got ew bi awakî dadmend di hilbijartinên 8ê meha borî de biserket.

Berpirsên Rûsî van tawanan red dikin.

Li alîkî din, berpirsekî rade bilind yê Koşka Sipî roja pêncşemê got Putin agahdarbû ji êrîşên Internêtê, lê wî Putin tawanbar nekir.

Ben Rhodes, Cîgirê rawêjkarê ewlekariya niştimanî li Koşka Sipî ji dezgeha MSNBC re got:

"Ez ne bawerim tiştek di hikûmeta Rûsî de bibe bê ku Putin jê Agahdar be. Dema tu behsa destêwerdaneke girîng a Internêt dikî, tu behsa radeya herî bilid a hikûmetê dikî. "

Berpirsên Amerîkî, ku şarezayên biwarê agahdariyê ne û nexwestin navên xwe diyar bikin gotin hakirina Rûsya di destpêkê de giştî bû.

Yekî ji wan got:

"Hakirin di destpêkê de tenê hewildan bûn ku dixwestin dear bikin demukrasiya Amerîka ne baştire ji ya Putin, lê pişt re derbasî astekê bû ku bûn hewildanên alîkariya helmeta Trump ji ber ku Putin bawere Trump dê bêhtir bo wî dost be."

XS
SM
MD
LG