Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El-Esed” Rizgarkirina Helebê” wek Gaveke Dîrokî Binav Dike


Serokê Sûriyê Beşar el-Esed roja pêncşemê got “Rizgarkirina Helebê”dê di dîrokê bête nivîsandin.

el-Esed di vîdyoyeka ku li ser Twittera wî ya fermî hate belavkirin de got:

“Tiştê îro dibe ew nivîsandina dîrokekê ye ku ji aliyê her welatiyekî Sûrî ve tê nivîsandin. Nivîsandinê ne niha destpêkir, wê berî şeş salan destpêkir dema şer li dijî Sûriyê bû.”

El-Esed dorpêçkirina Helebê bi hin rûdanên din ên dîrokî de girêda, wek bûyîna Mesîh û jihevketina Yekîtiya Sovyet.

Wî got:

"Dîroka berê û ya paşê ne wek heve… ez bawerim piştî rizgarkirina Helebê emê ne tenê bêjin rewşa Sûriyê, belê her wiha rewşa herêmê û cîhanê hate guhertin."

Axaftinên el-Esed hatin piştî Ambelans û basên kesk ên hikûmetê dest bi derxistina birîndar û sivîlên din kirin ji navçeyên dawî yên serhildêran.

Derxistina wan tê di çarçoweya agirbestekê de ku pêşbîne sê rojan dirêj bike.

Tê zanîn, hewildanên derxistina sivîlan berê hatibûn rawestan bi sedema şerê giran.

XS
SM
MD
LG