Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mosko Dê Mîvandariya Kombûneka li dor Afghanistanê Bike


Alexey Dedov

Rûsya, Pakistan û Afghanistanê dê gera bê ya axaftinên rawestana li dijî terorê li Mosko di 27ê vê mehê de lidarxin, ku dê bi awakî seretayî balê bide ser rewşa Afghanistanê.

Balyozê Rûsya li Îslamabadê Alexey Dedov di hevpeyvînekê de li gel Radyo ya fermî ya Pakistanê agahiyên berfereh dan.

Wî got:

“Ev dê kombûna sêyem be di karê sêqolî de li dor Afghanistanê.”

Têkçûna rewşa ewlekarî li Afghanistanê û derketina gurûpa Dewleta Îslamî, pêwîstiya rawêjkariyên sêqolî derxistin holê bi armanca avakirina bingeheka herêmî ya dijî terorê, li gor berpirsên Pakistanî, Rûsî û Çînî.

Tevgera Talîban îsal şerek li dijî hêzên ewlekariya Afghanistanê li gelek parêzgehên bakur derxist holê, ku digihe sînorê welatên yekîtiya Sovyêt a berê.

Xema Mosko ewe ku geşbûna terorê li bakurê Afghanistanê rê ji gurûpa Dewleta Îslamî re ve ke ku terorê derbasî Rûsya û Çînê bike li herêma Asya navendî.

XS
SM
MD
LG