Pêşbîne civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî dengdanê bike li dor pirojebiryarekê ku daxwaza gihîştina bê merc bo dike jib o Neteweyên Yekgirtî û jhevkarên wê ku derbasî navçeyên dorpêçkirî bin li Helebê û seranserî Sûriyê da piştrast bikin ku alîkarî didgihin wan.
Biryare, civat îro rawêjkariyan bike li dor pirojebiryara Frensa û piştre dê kombûn ji bo dengdana endaman vebe.
Reşnivîsa pirojebiryarê, li gor Ajansa Associated Press, bang li sekretêrê giştî Ban Ki-moon dike ku di zûtirîn dem de tîmê NY yê alîkariyan bişîne wir, li ser erdê çavdêriyeka bêalî bike û operasonên derxistina xelkê ji wan navçeyan bişopîne.
Pirojebiryar dibêje derketina sivîlan “divê ne bi darê zorê be û divê ew biçin cihên ew dixazin.“
Balyozê Rûsî li NY Vitaly Churkin roja înê got ewê pirojebiryarê bixwîne, lê ew bi guman bû ku çavdêr bi lez bên şandin.