Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Otomî Serdana Îranê Dike


Serokê Ajansa Neteweyên Yekgirtî ya Wizeya Otomî serdana Îranê dike bo duyemîn car piştî rêkeftina navokî ya Îranê li gel Hêzên mezinên cîhanê.

Serokê Ajansê Yukiya Amano îro yekşemê bang li hemî aliyan kir ku pêgirbin bi rêkeftinê.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî got Îran dê pêgirbe bi rêkeftinê eger welatên din pêgirbin, û got pêwîste raporta Ajansa Wizeya Otomî “bêalî û profêsonal” be.

Ajansê meha borî gotibû Îranê tixûbê ava xwe ya giran derbaskir bi 100 kg bêhtirî 130 tonên ku rêkeftinê erê kiribû.

Îranê paşê got wê 11 ton ava giran veguhestin bo Omanê.

Ava giran tê bikaranîn di sarkirina machînên berhemhînana madeya Plotonyom, ku dikare bête bikaranînin di bumbeyên otomî de

XS
SM
MD
LG