Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yemenê 40 serbaz Têne Kuştin di Teqîneke Xwekujî de


Berpirsên leşkerî li Senaa ya paytexta Yemenê dibêjin teqîneka xwekujî îro yekşemê bi kêmanî 40 serbazên Yemenî kuştin li bajarê Eden.

Desthilatdar dibêjin serbaz li bingeheka leşkerî kom bûbûn ji bo wergirtina mûçeyên xwe.

Leşker dibêjin bi kêmanî 50 serbaz di rûdanê de birîndar bûn.

Tundrewên gurûpa Dewleta Îslamî berpirsiyariya xwe li dor êrîşê ragihand.

Ev teqîn tê di demekê de ku wezîrê derve yê Amerîka John Kerry li Erebistana Saudî ye ji bo kombûnên li gel şah Selman û berpirsên din, ku pêşbîne balê bidin ser şerê Yemenê.

Tê zanîn, Erebistana Saudî serkirdayetiya koalisyonekê dike di şerê Yemenê de, li dijî serhildêrên Şîiî yên Hosî ku Îran piştgiriya wan dike.

Gurûpa Dewleta Îslamî berpirsiyarî li dor teqîneka din ragihand hefteya borî ku di encamê de 45 serbaz hatibûn kuştin û bi dehan birîndar bûbû.

XS
SM
MD
LG