Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dê Vîto Bikar bîne li Dijî Pirojebiryara Frensa li dor Sûriyê


Rûsya dibêje ew dê Vîto bikar bîne li dijî reşnivîsa Frensa ya pirojebiryareka Neteweyên Yekgirtî ku daxwaza derbasbûna bê merc a navçeyên dorpêçkirî li Helebê dike, û şavdêriya derketina sivîlan ji wan navçeyan.

Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekgirtî Vitaly Churkin, berî rawêjkariyên civata ewlekariya NY, gotibû peyamnêran ku Mosko kêşe nînin li gel çi cûreyên çavdêriyê.

Lê wî got bîrokeya ku ``ji çavdêan re bête gotin biçin û li dora kavilên rojhilata Helebê bigerin bê amadekarî û tiştekî raport nekin, ew dê encamên nebaş derxe holê.''

Wî got Rûsya hin” bîrokeyên sade hene“ ,bêyî ku bêje çine ew, ku eger endamên civatê li ser wan erê bikin dê pirojebiryar bête pesendkirin.

Lê balyozê Frensa li NY Francois Delattre got ew dê pirojebiryarê daxe dengdanê yekser piştî rawêjkariyan û ew çi guhertinan napejirîne.

XS
SM
MD
LG