Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Kuştina 3 Çalakvanên Kurd li Parîsê bi Nexweşiya Mejî Dimre


Omer Guney

Dozgerên Parîsê îro yekşemê gotin bergumanê ku di sala 2013an de sê çalakvanên Kurd li Frensa Kuştin, bi nexweşiya mejî jiyana xwe jidest da.

Omer Guney biryarbû meha bê bête dadgehkirin.

Mirina wî ya doh şemiyê li nexweşxaneya Parîsê, kiryarên yaseyî di doseya wî de radiwestîne.

Guney yê 34 salî hatibû tawanbarkirin bi kuştina Sakine Cansiz, ku yek ji damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistan PKK bû, û her wiha kuştina herdû çalakvanên Kurd Leyla Soylemez û Fidan Dogan.

Ew li Navenda Ragihandina Kurdî li Parîsê di meha çelle ya sala 2013an de hatin kuştin û desthilatdaran sedema kuştina wan ji aliyê Guney ve diyar nekirin.

Di wê demê de, Guney du salan wek şufêrê Cansiz kar kir û dozgerê Parîsê Francois Molins got kamîreyan diyar kir ku Guney di dema kuştina wan de, di hindirê avahiyê de bû.

XS
SM
MD
LG