Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Kes Nêzîkî Navendeka Musilmanan li Zurich Brindar Dibin


Polisê Swîsra ragehand, Zelamekê êrîş biser mizgefta Zurich li êvara roja Dûşemî û teqe li nivêjkeran kir û 3 kes brindar kirin.

Herwesa polisî got, ewa zanyariyan kom dikin û li roja Sêşemê wê aşkira bikin.

Birîna Dû ji Sê birndaran girane ko niha her Sê di nexoşxanê dane.

Şahidan gotin, goman lêkerekî ne nasyar ko temenê wî li dûra 30 salîyê bi cilên reş piştî êrîşê ji mizgeftê revîn.

Polisî dibêje, termek linizîk cihê boyerê hate ditîn lê negot eger têkelî bi êrîşa mizgeftê ve hebe.

Abukar Abshirow yê xelkê Somalî gote acansa Rueters ya nûçeyan, ew her roj nivêjan li mizgeftê dike û tû caran problem çê neboye.

Herwesa Abshirow got, ew Sê qorbanî bi regez xelkê Somalê bûn.

XS
SM
MD
LG