Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûnîr Şêxê û Ibrahîm Xelîl Ser Kongreya 5'an ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Diaxivin


Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ber bi kongireya xwe ya 5'mîn ve diçe ku wê li Qamişlo di 23-24 -12-2016'an de destpê bike û navenda xwe li wir destnîşan bike.

Bernama Deng û Reng du endamên komêteya amadekariya kongirê kir mêvanê xwe da ku zaneyariyên zêdetir li ser HRRK û xebatên wê wergire û xal û hûrbîniyên vê kongirê bînin ber çavan.

Nîvîskar Îbarhîm Xelîl dibêje, ku ev gaveke grîng e û pêwistî bi danheva rewşenbîr û berhemdanerên kurd heye.

Her wiha jî anî ziman, ku bi hewildanên mezin , komîteya amadekar xwe gîhandin hemî herêmên kurdî li Kobaniyê, Efrîn da ku jimareke mezin ji wan herêman bên amadekar di komgirê de.

Şêwekar Mûnîr Şêxê jî anî ziman ku ev kongir ne li ser helwest û nerînên siyasî hatiye avakirin, tenê wê berhem û çalakiyê bên nerxandin bo beşdarî bûnê.

Birêz Şêxê li ser pirojeyên HRRK li herêmên kurdî got ku, wê navendeke serekî li Qamişlo bê avakirin û çapxaneyek da ku alîkariyê bide hemî nîvîskar, hunermend û mûzîkjenên kurd di herêmên Kurdî de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:14:33 0:00

XS
SM
MD
LG