Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîna Bazareka Yariyên Agir li Meksîko 27 Kesan Dikuje


Bi kêmanî 27 kesan jiyana xwe jidest dan û derdora 70 kesên din birîndar bûn di teqîna bazareka yariyên agir li derveyî paytexta Welatê Meksîk, li gor desthilatdarên xwecihî.

Ev teqîna sêyeme ku di deh salan de li bazara gelêrî San Pablito ya bajarê Tultepek diqewime.

Isidro Sanchez, serokê xizmetên Tultepek got jinara miriyan ew seretayî ye û karkerên rizgarkirinê hîn li wir kar dikin.

Wî got diyare nebûna pîvanên ewlekarî ew sedema teqînê ye.

Di meha 9 a sala 2005an de teqînek li heman bazarê rûda û gelek kes birîndar kirin. Piştî nêzîkî salekê teqîneke din li bazarê qewimî.

XS
SM
MD
LG