Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desthilatdarên Tirkiyê Kesûnasên Kujerê Balyozê Rûsî Azad Berdidin


Dezgeha CNN a Tirkî îro pêncşemê ragihand ku desthilatdarên Tirkiyê kesûnasên polîsê ku balyozê Rûsî li Tirkiyê kuştî, azad berdan.

Desthilatdaran, dayîk, bav, xwîşk û du kesûnasên din ên efserê polîs Mevlut Mert Altintas vê hefteyê girtibûn ji bo vekolînan, li gor hêzên ewlekariyê ku ji ajansa Reuters re gotin.

Tê zanîn, sê rojan berê Altintas balyozê Rûsî Andrey Karlov li Eqerê di pêşangehekê de gullebaran kir û kuşt.

Tîmekê hevbeş ê Rûsya û Tirkiyê vekolînan di derbarê vê rûdanê de dikin.

XS
SM
MD
LG