Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Seraserî Ewrupa Desthiladar li Bergumanê Tûnisî Digerin


Desthilatdar li seranserî welatên Ewrupa îro pêncşemê li welatiyê Tûnisî digerin bi gumanan girêdana wî bi rûdana Berlînê.

Piştî sê roja ji êrîşa mirdar a ku di encamê de 12 kes hatin kuştin û 48 birîndar bûn, bazara li navenda Berlînê biryare careke din vebe.

Desthilatdarên Almanî roja çerşemê fermana girtina Anis Amri dan, xelata 100 hezar Yoro ragihandin ji bo pêşkêşkirina agahiyan li dor dîtina wî, û huşdarî dan ku renge ew çekdar be.

yekî ji birayên Anis bang lê kir ku xwe bispêre desthilatdaran.

Abdelkader Amri ji ajansa Associated Press re got:

``Ez jê daxwazê dikin xwe bispêre desthilatdaran. Eger destê wî di rûdanê de hebe, em dê xwe ji wî dûrxin.''

Wî got renge Amrî di zîndaneka Îtalî de bûbe kesekî radîkal, piştî bicîhîştina Tûnis di dema rûdanên buhara Erebî de.

XS
SM
MD
LG