Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Êrîşên Mûsilê 11 Kesan Dikujin


Neteweyên Yekgirtî dibêje du êrîşan roja sêşem û çarşemê li bajarê Mûsilê 4 karmendên alîkariyan û 7 kesên sivîl kuştin.

Erka Neteweyên Yekgirtî îro pêncşemê got êrîş li aliyê rojhilata bajêr rûdan, cihê ku hêzên Îraqî şerê çekdarên Daiş dikin.

Ew dibêje 40 kesên din di êrîşan de birîndar bûn .

NY nasnameya karkerîn alîkariyan diyar nekirin û negot ew ji kîjan welatan in.

Roja çarşemê rêxistina Human Rights Watch got çekdarên Daiş bi mebest sivîlan ji xwe re dikin armanc li navçeyên wan jidest dayî di operasyona mezin a hêzên Îraqî de ku meha 11 destpêkir.

XS
SM
MD
LG