Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Tirkiyê Dibêjin Wan 68 Çekdarên Daiş li Babê Kuştin


Serhildêrên Sûrî yên ku piştgiriya balafirên Tirkiyê werdigrin 68 çekdarên Daiş li bajarê Babê yê bakurê Sûriyê kuştin,li gor daxuyaniyeka leşkerên Tirkiyê.

Daxuyaniya leşkeran hat ragihandin di demekê de ku şer di navbera herdû aliyan de li wir berdewam e.

Daxuyaniyê her wiha got 141 armancên Daiş hatin êrîşkirin û yek ji bingehên wan ên sereke hat hilweşandin.

Wan got du serhildêr hatin kuştin û yek birîndar bû.


Şerê Babê ku vê hefteyê girantir bûye, roja çarşemê mirdartirîn roj tomar kir ji dema derbasbûna Tirkiyê bo Sûriy ve ku di encama pevşûnan de 138 çekdarên Daiş û serbazên Tirkiyê hatin kuştin.

Wezîrê berevaniya Tirkiyê Fikri Isik roja înê got herêma derdora nexweşxaneya ku ji Daiş ew wek bingeha komandarî û cebilxane bikar dianî, hate paqijkirin û ji serhildêran re rê vekir bo pêşketinên din.

Di axaftina xwe ya li parêzgeha Kocaeli de, Isik her wiha got desthilatdar agahdarin ku sê serbazên Tirkiyê hatine girtin ji aliyê Daiş ve, lê tiştekî din nehat piştraskirin.

Tê zanîn Daiş roja pênşemê vîdyoyek belav kir ku şewitandina du serbazên Tirkiyê diyar dike.

XS
SM
MD
LG