Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raman Îsa Rewşa Giştî Ya Cejnên Serê Salê Û Zayînê Li Herêma Cezîrê Şîrove Dike


Li herêma Cezîrê li Sûriya salane kiristyanên wê şahaya Zayînê û Serê Sala Nû li dardixînin, lê ji destpêka şerê Sûriye ew şahî sal bi sal kêm bûne û bi taybetî ji ber rewşa ewlehiyê.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Raman Îsa re kir, ku ew li bajarê Hesekê dimîne da ku hinekî rewşa giştî ya cejna kiristyanan a vê salê ron bike.

Birêz Raman anî ziman, ku çavdêriya ewlehiyê zêdetir bûye ji salên berê li ber kilîse û taxên Kiristyanan li nava bajêr û hişyarî ji aliyê gel ve heye.

Herwiha jî li ser şahiyên cejnê, Raman dibêje:" Şahî û kêfxweşiya vê salê kêmtire ji salên berê ve, ji ber piraniya xelkên bajêr xemgîn in û piraniya malbatan ji hev dûrketine."

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:16 0:00

XS
SM
MD
LG