Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya li Hin Bergumanên din ên Êrîşa Berlîn Digere


Almanya li hin kesên din digere ku renge alîkariya êrîşkerê Berlînê kiribin, piştî rojekê li kuştina wî li Îtalya ji aliyê Polîs ve li bajarê Mîlan.

Di axaftina xwe de li gel peyamnêran li Berlînê, dozgerê Fedralî Peter Frank got vekoler hewil didin binêrin ka êrîşkerê Tûnisî yê 24 salî Anis Amri çi alîkarî ji toreka piştgiran wergirtiye an na.

Frank got pencemoran piştrast kir ku Amri êrîş pêkanîbû, lê wî got vekolîn hîn bi dawî nehatine.

Rawêjkara Almanî Angela Merkel dupat kir ku vekolîn kar bikin li dor hebûna kesên din ku renge alîkarî kiribin di êrîşê de.

Hêjayî gotinê ye, roja duşemê, êrîş bi kemyonekê pêk hat ku derbasî nav bazareka Chrismas bû û di encamê de 12 kesan jiyana xwe jidest dan û 56 kesên din birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG