Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Okraniya Agirbesta Pilankirî Tê Binpêkirin  


US-Ukraine-Flags

Hikûmeta Okranî û cudaxwazên ku piştgiriya Rûsya werdigrin, herdûwan îro şemiyê gotin agirbesta ku biryar bû doh êvarî bête cîbecîkirin, hate binpêkirin.

Ajnasa Donetsk a nûçeyan ku bi ser cudaxwazan de ye, hêzên hikûmetê tawanbar kirin bi topbarana cihên serhildêran bi kêmanî 140 carî ji dema ku herdû aliayn erêkirin li dor agirbestê.

Hikûmeta Okranî bi awakî seretayê çi zêdegavî di eniyên pêşîn ên şer de ranegihandin, lê bingehên wan ên operasyonan piştre gotin serhildêran 4 caran sê cihên wan gullebaran kirin.

Peyvdarê hikûmetê yê operasyonên rojhilat Andriy Lysenko got serbazekî Okranî birîndar bû.

Vê hefteyê 8 serbazên hikûmetê hatin kuştin.

Şerê ku di sala 2014an de destpêkir, ta niha 9,600 kes kuştine.

Biliondbûna asta Şer vê hefteyê hîşt ku hikûmet û cudaxwazan roja çarşemê erê bikin li dor agirbestekê.

Serokê Okraniya, Rûsya û serhildêran, pêgiriya xwe bi agirbestê anîbûn ziman.

XS
SM
MD
LG