Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tûnisê Sê Kes Tên Girtin bi Gumana Girêdana li gel Anis Amrî


Li Tûnisê desthilatdaran yek ji kesûnasên êrîşkerê Berlînê Anis Amri û her wiha du kesên din ên ku gumane ji gurûpa dewleta Îslamî ne û girêdayê Amri ne, girtrin, li gor wezareta navxweyî ku di daxuyaniyekê de îro şemiyê ragihand.

Tê gotin ev hersê girtî endamên şaneka terorêst in û girêdayî Anis Amri bûn.

Ev girtin tên di demekê de bi sedan kes li Tûnisa paytex derketin rêveçûnan li dijî tundrewiyê.

Derdora 200 kes daxwaz ji hikûmetê kirin ku hemî welatiyên Tûnisî yên li derve dijîn û girêdayî rêxistinên terorîstin vegerîne Tûnis da li welat rastî dadgehkirinê bin, li gor wan.

XS
SM
MD
LG