Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bengladêş Du Kesên Gumane Girêdayî Gurûpeka Îslamî bûn Xwe Diteqînin


Wezîrekî hikûmeta Bengladêş îro şemiyê got jinekê û kurekî nûber ku gumane girêdayî gurûpeka qedexe ya Îslamî bûn xwe teqandin di dema operasyoneka polîs de li paytexta Bengladêş.

Jinê jiyana xwe jidest da piştî teqîna bumbeyên bi laşê wê de, di demekê de termê kurê nûber di hindirê aparmentê de hate dîtin li navçeya Aşkona li Deka ya peytext.

Wezîr Asaduzzaman Xan got ew herdû jî girêdayî gurûpa Bengiladişî Jemaetul Mujahîdîn bûn.

Xan got keçeka 7 salî ku di rûdanê de birîndar bûbû hat veguhestin bo nexweşxanê û derman bû.

Wî got du jinên din û du zarokan xwe sipartin polîs di operasyona îro şemiyê de.

XS
SM
MD
LG