Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Ketina Balafireke Leşkerî ya Rûsî de 93 Kes Jiyana xwe Jidest Didin


Wezareta berevaniya Rûsî dibêje balafireke leşkerî ya ku 93 kes li ser pişta wê bûn, di nav de jî komeka mozîkî ya navdar, li ser derya Reş ket yekser piştî derketina wê ji bajarokê Soşî.

Berpirs dibêjin hin term û perçeyên balafirê li qeraxa deryayê hatin dîtin.

Beşê sereke yê balafirê derdora 1500 mitir ji qeraxê dûr û di kûraniya 70 mitrî

de ye.

Balafira TU-154, demjimêr 5:40 sibehê bi dema xwecihî û piştî derketina wê ji havîngeha Soşî bi çend kêlîlkan ji ser radaran winda bû. Berê balafirê li Sûriyê bû.

Ta niha çi nişan nînin li dor sedema ketina balafirê, û berpirs dibêjin çi bangên hawarçûnê ji tîmê firokvan nehatibûn şandin.

Di demekê de ku operasyonên vekolînê berdewam in, desthilatdar dibêjin çi nişan nînin ku kesekî rizgarbûyî hebe.

XS
SM
MD
LG