Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarokekî Almanî Di Sibeha Chiristmas de Tê Valakirin ji Xelkê


Bi hezaran kes li bajarokê Almanî Augsburg xeml û diyariyên cejna Christmasê li dû xwe hîştin, piştî ku desthiladaran bi darê zorê ew ji malên wan derxistin ji bo jikarxistina bumbeyeka şerê cîhanî yê duyem.

Bumbe hefteya borî hate dîtin, di dema karekî avakirinê de li navçeya bajêr a dîrokî.

Polîs dibêje roja Christmas ew baştirîn roje bo jikarxistina bumbeyê, ji ber ku qebalix kême û xelk jî bêhtir li gel kesûnasên xwe ne.

Polîs daxwaz ji xelkê kirk u berî demjimêr 10 herêmê bicîbihêlin.

Navçeya ku tê valakirin derdora 32 hezar mal li gel 54 hezar rûniştvan vedihewîne.

Polîs çi sozan nadin li dor dema jikarexistina bumbeyê. Dibistan û bingehên werzişê têne bikaranîn jib o vehewandina xelkê.

XS
SM
MD
LG