Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan 220 Masîgirên Hindî Azad Berdide


Berpirsên Pakistanî dibêjin 220 masîgirên Hindî ji zîndaneka Karaçî hatin berdan û dê roja duşemê bêne spartin bo desthilatdarên Hindistanê.

Berpirsê zîndanê Şunail Şah got derdora 500 masîgirên Hindî sala borî hatibûn girtin bi sedema nîçirvaniya wan a ne yasayî di ava navçeyên Pakistanê de.

Şan got beşê yekem ê masîgiran îro yekşemê zîndana navendî ya Karaçî bicîhîştin û 219 ên din dê hefteya bê derkevin.

Ajansên deryayî yên Pakistan û Hindistanê caran masîgirên hev digrin bi tawana nîçîra ne yasayî.

XS
SM
MD
LG