Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Natanyahu Dengdana Neteweyên Yekgirtî bi Tundî Rexne Dike


Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu îro yekşemê di kombûneka Kabîneya xwe de got hikûmeta Îsraîl û rêvebiriyên Amerîka li dirêjiya dehsalan erê kirine ku civata ewlekariya NY ne cihê çareserkirina babetên wan bû li dor berferehkirina şûnwarên Îsraîlî li aliyê Qerara Rojava û Rojhilata Orşelîmê.

Lê, roja înê Civata Ewlekariya NY biryarek derxist li dijî dirêjkirina şûnwarên Îsraîl piştî ku Amerîka biryar da Veto bikarneyne li dijî biryarê.

Netanyahu got ew li gel”dostên xwe yên Komarî û Demuqrat ên Amerîkî “axivî ku ew “têdigihin biryara NY çiqas wêranker û serserî bû."

Wî got ew çavlirê ye li gel wan dostan kar bike û her wiha li gel “rêvebiriya nû dema ku serokê hilbijartî Donald Trump di 20 meha bê de desthilatdariyê wergire.“

Serokwezîr got wî di van demên dawî de ji wezîrê derve yê Amerîka John Kerry re gotibû “kesên dost dostên xwe nabin Civata Ewlekariyê.“

XS
SM
MD
LG