Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ew Dê Tenê Nîv Buhayê Balafirên Boeing Bide


Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA ragihand ku cîgirê wezîrê veguhestina Îranê dibêje welatê wî dê tenê nîv buhayê 80 balafirên Boeing bide.

Li gor raporta îro yekşemê, Asghar Fakhrieh Kashan got li gel girêbesta seretayî ya bi kompaniya Boeing re li dor kirîna 80 balafirên sivîl bi nirxa 16.8 milyar dolar, ew 80 balafir tenê nîvê nirxa xwe dikin, li gor style ku Îranê Daxwaz kiribû û bijarên heyî di wan balafiran de.

Kompaniya Boeing hîn çi şîrove nekirine.

Îranê demekê berê vê mehê ragihandibû ku wan girêbesta kirîna balafiran bidawî anî. Ew di nav rêkeftina navokî ya sala borî de hatibû erêkirin.

Ew girêbesta herî mezine ku Îran li gel kompaniyeka Amerîkî dike ji dema şoreşa sala 1979an ve û desteserkirina balyozxaneya Amerîka li wir.

XS
SM
MD
LG