Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê û Rûsya Erê Dikin li Dor Pilana Agirbestekê li Seranserî Sûriyê


Ajansa nûçeyan a dewleta Tirkiyê dibêje Tirkiyê û Rûsya gihîştin rêkeftinekê li dor pilaneka agirbestekê li seranserî Sûriyê.

Ajansa Anadol îro çarşemê ji ser zimanê hin jêderên navnekirî ragihand ku herdû welatan kar dikirin ji bo piştrastkirina ku agirbest nîvê şevê bête sepandin.

Anadol got dê rêxistinên terorîst li derveyî rêkeftinê bin, bê ku bête diyarkirin kîjan rêxistin dê wek terorîst bête naskirin.

Wê got piroseya aştiyê li bajarê Astana yê Kazaxistanê dê bi serkirdayetiya Rûsya û Tirkiyê pêşve biçe

Herdû welat dê kar bikin wek du aliyên misoger ên piroseya aştiyê.

Ta niha hîn çi piştrastkirin ji aliyê wezareta derve ya Tirkiyê ve nebû ye.

XS
SM
MD
LG