Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Guhertina Siyaseta Amerîka li dor Çekdarkirina Serhildêrên Sûrî Kiryareka Dijminahî ye


Maria Zakharova

Rûsya dibêje biryara dawî ya Amerîka li dor kêmkirina bendan li ser çekdarkirina serhildêrên Sûrî ew "Kiryareka Dijminahiye" ku dê bibe gef li ser hêzên Rûsî û berjewendiyên wan li Sûriyê.

Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova roja sêşemê rexne li guhertina di siyaseta Amerîkî de kirin li dor çekdarkirina serhildêrên Sûrî. Wê ji ajansa Reuters re got:

"bijara dabînkirina çekan ji bo wan, di nav de jî çekên dijî balafiran, ew di vê biryara nû de hatiye nivîsandin.”

Mebesta Zaxharova ewe pîvana berevaniyê ya ku serokê Amerîka Barak Obama vê dawiyê îmze kiribû

Wê got hêzên esmanî yên Rûsya, li gel kesayetiyên leşkerî yên Rûsî û balyozxaneya Mosko li Dîmeşqê, dê bi awakî rasterast di bin gefê de bin, û çekên ku bêne dabînkirin ji bo serhildêran, dê bikevin nav destên cîhadiyan.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîka Mark Toner got axaftinên Rûsya ne tiştekî nû ne, û Amerîka wan çekan( Sîstema Berevaniya Esmanî ya bi navê MANPADS tê nasîn) nade serhildêrên Sûrî.

XS
SM
MD
LG