Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Aramiya Du Hefteyan Hêzên Îraqê Şer Berdewam Dikin li Mûsilê


Piştî du hefteyên aram hêzên Îraqî kûrtir diçin di nava bajarê Mûsilê de ji bo têkbirina çekdarên Daiş li wir.

Bi piştgiriya êrîşên esmanî, hêzên taybet ên Îraqî û leşker û polîsê Federal îro pêncşemê ber bi pênc taxên Mûsilê ve çûn.

Dûman ji seranserî bajêr bilind bû di demekê de ku dengê teqîn û gullebaranê li hemî kolanên bajêr dihate bihîstin.

Berxwedaneka tund ji aliyê çekdaran ve heye, xelkê sivîl di hindir malên xwe de hatine dorpêçkirin, û keşa û hewa xerab pêşketina operasyona rizgarkirinê bi derengî xistin.

Ev bû bêhtirî du meh, operasyona hêzên Îraqî destpêkiriye li bajarê Mûsilê ku bingeha Dawî ya gurûpa Daişê ye li welêt.

Di hevpeyvînekê de li gel ajansa Associated Press komandarê hêzên taybet ên Îraqê li rojhilata Mûsilê General Abdul-Wahab al-Saadî îro pêncşemê got wan hin piştgirî û hêzên bêhtir wergirtin.

XS
SM
MD
LG