Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cavusoglu: Armanca me Sepandina Agibestekê ye li Sûriyê Berî Sersalê


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu îro pêncşemê got Tirkiyê hewil dide agirbestekê li Sûriyê pêk bîne berî sersalê û ew dê li gel Rûsya Kar bike ji bo gerantîkirina vê yekê.

Cavusoglu di hevpeyvînekê de li gel dezgeha A Haber got gurûpên biyanî yên li Sûriyê şer dikin, di nav de jî Hizbullah, pêwîste ji Sûriyê derkevin.

Wî got Tirkiyê û Rûsya çi operasyonên hevbeş nînin li bajarê Babê yê Bakurê Sûriyê li dijî çekdarên Daiş.

Cavusoglu her wiha got Amerîka di bin fişara hêzn Kurdî YPG de, çi piştgiriya esmanî nedida operasyona wan li bakurê Sûriyê.

Axaftinên wezîr hatin piştî rojekê ji ragihandina Tirkiyê ku wan û Rûsya rêkeftinek amade kirine li dor agirbestekê.

Wî got:

“Em Nêzîkî rêkeftinekê ne li gel Rûsya, eger her tişt durist biçe emê rêkeftinê pêk bînin. Rûsya dê rêjîmê gerantî bike.”

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyê û Rûsya her wiha kar dikin li dor axaftinên aştiyê li bajarê Astana di navbera rêjîmê û opozisyonê de.

XS
SM
MD
LG