Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Rojekê ji Mirina Keça Wê, Ektera Amerîkî Debbie Reynolds Koça Dawî Dike


Debbie Reynolds û Carrie Fisher

Ektera Amerîkî Debbie Reynolds doh çarşemê di encama celteya mejî de jiyana xwe ji dest da.

Mirina wê hat piştî rojekê ji mirina keça wê ya ekter Carrie Fisher.

Rewşa Reynolds a 84 salî têk çûbû li mala kurê wê doh piştî nîvro li bajarê Beverly Hills ê wîlayeta Kalîforniya.

Ew hat veguhestin bo nexweşxaneya Cedars-Sinai ya Los Angeles û li wir jiyana xwe ji dest da.

Kurê wê Todd Fisher mirina wê piştrast kir û got, "wê xwest li gel Carrie be û niha ew li gel wê ye."

Wî got fişara mirina xweîşka wî li dayîka wî pir giran bû.

Hêjayî gotinê ye keça Debbie, Carrie Fisher, ya navdar bi lîstina rola xatûn Leia di fîlma Star Wars de, roja sêşemê di temenê 60 salî de koça dawî kir piştî ku rastî rewşeka tenduristî ya awarte hat di geşteka esmanî de ku ji Londonê diçû Kalîforniya.

XS
SM
MD
LG