Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sirbiya 2 Koçberên Afghanî Tên Kuştin û 10 Birîndar Dibin


Polîsê Sirbiya dibêje 2 koçberên Afghanî jiyana xwe ji dest dan û 10 birîndar bûn di rûdaneka otombêlê de li ser riya sereke ya navenda Serbiya.

Polîs dibêje rûdan îro pêncşemê serê sibehê li nêzîkî bajarokê Nîs qewimî, dema ku otombêleka koçberan li çepereka riya sereke xist.

Qaçaxciyên berguman ên ku otombêl dajotin ji cihê rûdanê reviyan.

Tilfizyona dewletê ji ser zimanê pizîşkên nexweşxaneya Nîs ragihand ku di nav kesên birîndar de 5 zarok hene.

Pizîşk dibêjin piraniya birîndaran di rewşeka tenduristî ya xerab de ne û yekî ji wan pêwîstî bi qutkirina herdû lingan hebû.

Tê zanîn, bi hezaran koçber li Sirbiya hewil didin xwe bigihînin welatên Yekîtiya Ewrupa ku ew jî ji aliyê xwe ve hewil dide derbasbûna wan rawestîne.

XS
SM
MD
LG