Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvanên Sûrî Dibêjin Şer li Derdora Dîmeşqê Ranewestiyaye


Çalakvanên Sûrî dibêjin cihên opozisyonê yên dorpêçkiriî li derdora Dîmeşqa paytext çi aramiya şer nedîtiye li gel ku agirbest li seranserî welêt hatiye sepandin ji du rojan berê ve.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Lopndonê ye îro şemiyê got bi kêmanî du kesên sivîl û 5 çekdar hatin kuştin li aliyê Ghûta rojhilat ku di bin destê opozisyonê de ye û herêmên newala Bereda.

Navenda medya Newala Bereda dibêje balafirên Rûsya û hikûmeta Sûrî, bû deh rojin li dû hev gundên li ser avê bumbebaran dikin.

Ev êrîş tên di demekê de ku av bi awakî tund kêm bûye li Dîmeşqê ji roja 22 mehê ve.

Newala Bereda ew jêdera sereke ya avê ye li herêmê.

Leşkerên Sûrî doh înê ev êrîş red kirin û got ew dê agirbesta Rûsya û Tirkiyê neşkînin.

XS
SM
MD
LG