Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî Dengdanê Li dor Agibesta Sûriyê Dike


United Nations Syria

Civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî dê îro şemiyê deng bide li dor pirojebiryarekê ji bo rêkeftina agirbestê ya ku Rûsya û Tirkiyê û her wiha piştygiriya nexşeriyeka aştiyê li Sûriyê ku dê bi hikûmeteka veguhêz dest pê bike.

Piroje biryar bang dike li gihîştineka “bilez, aram û bê bend” bo xelkê sivîl li seranserî welat ji bo alîkariyê.

Ew her wiha li kombûna pêşbîn a dawiya meha bê li Astana paytexta Kazaxistanê temaşe dike wek hewleka girîng a çareseriyê di navbera hikûmetê û opozisyonê de.

Rûsya û Tirkiyê rêkeftina agirbestê û reşnivîsa pirojebiryarê roja pêncşemê şandin civata ewlekariya NY.

Piştî kombûneka girtî ya civatê roja înê sibehê, balyozê Rûsya bi NY Vitaly Churkin deqê dawî yê pirojebiryarê li endaman belav kir, bang li wan kir ku piştgiriya wê bikin û daxwaza dengdanê kir îro şemiyê.

Tê zanîn ku Tirkiyê û Rûsya ew piştgiriya du aliyên dijber dikin li Sûriyê, lê di van demên dawî de li gel hev kar dikin ji bo dîtina bingehekê ji rawesta şer û çareseriyekê re li wir .

XS
SM
MD
LG