Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmad Mustefa: Gelek Alî Hene Naxawzin Şer Li Sûriye Raweste


Piştî ku Rûsiya û Tirkiye peymana agirbestiyê li Sûriye ragîhandin, metirsîn heye ku careke din şer û pevçûn vegere tevî hewildanên navnetewî bo bidawîkirina şerê Sûrî.

Dengê Amerîka hevpeyvîneke bi nivîskar û rojnamevan Îmad Mustefa re kir di derbarî vê agirbetiyê de û rewşa heyî li meydanên şer li Sûriye. Gelo wê ev agirbestî bikêrhatî be û guhertinê di rewşa şer de bike yan na?

Birêz Îmad dibêje, hêvî gelkê di vê agirbestiyê de tuneye ji ber ku li gorî berjewendiyên Tirkiye û Rûsiya hatiye çêkirin, ne li gorî rewşa heyî ye li hundrê Sûriye.

Hewiha jî Îmad anî ziman û got: Biryara Sûrî di rewşê de nemaye, lîstikvanên herêmî û navnetewî li gorî berjewendiyên xwe bi rewşê dilîzin û bazirganiyê bi xwîna gelê Sûrî dikin.

Hevpeyvêna Îmad Mustefa-12-31-2016-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:02 0:00


XS
SM
MD
LG