Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Êrîşa Çekdarî Ya Stenbolê De 39 Kes Jîyana Xwe Ji Destdan


Li şahîga şevê ya Raîna ya Ortakoya Stenbolê saet di 01.30'an de li dijî kesên sersal pîroz dikirin êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 69 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku êrîşkar bi erebî qêriya ye û piştre gule barandiye.

Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag jî diyar kir ku 39 kes jiyana xwe ji dest dane û li nexweşxaneyê 65 birîndar hene û 4 birîndar jî rewşa wan giran e.. Akdag, da zanîn ku gelek kesên jiyana xwe ji dest dane biyanî ne.

Xwediyê Reinayê Mehmet Koçarslan ê ku piştî êrîşê di daxuyaniya xwe de gotibû, "Îstixbarata Amerîkayê agahiya vê li ser medyayê dabû. Ev êrîş li ber çavan pêk hat"

herwiha koçaslan got ku ji bo sersalê ewlehî li Stenbolê zêde bû wî got xebatkarên Reinaya yê jî piştî kontrola polîsan hatine ser kare xwe.

Zanyarîyên zêdetir di raporta peymnera Dengê Amerîka Zozan Yaşar da.

Zozan Yaşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:56 0:00

XS
SM
MD
LG