Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî 8 Jîhadiyan li Sûriyê Dikuje


Rêberekî çekdaran got,Hijmareka otombîl li bakûrê rojavayê Sûrîyê bûne aramanca êrîşeka esmanî û 8 jîhadî tê de hatin kuştin û ji wana rêberekî bilind yê rêxistina el-Qaîde kû, têkilî bi komeleka çekdarên Îslamî ya Çinê ve heye.

Êrîş li şeva Yekşemê liser riya Sarmada - el-Bab li nêzîk sînorê Tirkiyê pêkhat.

Rêxistina Çavdêriya Sûrî Jibo mafên mirov ku, bingeha wê ya sereke li London di mîne dibêje, rêberekî komela Fetih el-Şam ya girêday el-Qaîde ku nexwest navê eşkere bike, ev yek piştrast kir.

Heta niha eşkera nebûye kanê çî aliyek ew êrîş encam daye, lê serok Çavdêriya Sûrî Ramî Ebdulrehman got, barewî heye êrîş ji aliyê balafirên hevpeymanîya navnetewî ya bi rêbertiya Amerîka hatibe pêk anîn.

Di van du salan de, balafirên Amerîkî hijmareka rêberên el-Qaîde li Sûrîye kûştin, ji wana endamên di asta bilind de yên rêxistina bi navê Xorasan ku, Amerîka wê bi komeleka ser bi el-Qaîde ve dibîne û wê nexşên êrîşên li dij berjewendîyên welatên rojava hene.

Rêxistîya mafên mirova piştrast kir ji wan 8 kesan Sê rêber hatine kuştin ku Xetab el-Qehtanî di nav de bû. el-Qehtanî lidemekî şer li Afganistanê dikir.

Herwesa rêberê partiya Îslamî ya Turkistanê, Abu Omer el-Turkistanî yê navdar bi Mustefa el-Deiri hate kuştin.

Partiya Îslamîya Turkistanê ji kêmahiya Uighur e ji welatê Çinê ko hijmarek ji wana derbasî Sûrîye bûn û şerî dijî hikumeta serokê Sûrîye Beşar el-Esed dikin.

XS
SM
MD
LG