Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevana Îraqî ya ku li Bexdayê Hatibû Revandin Tê Azadkirin


Malbata rojnamevana Îraqî Afrah al-Qeysî ku hefteya borî li Bexdayê hatibû revandin, dibêje ew hate azadkirin.

Xweîşka wê Nibras Shawqi al-Qaisi îro çarşemê ji ajansa Associated Press re got ku Afrah şeva borî hate azadkirin, bê ku çi agahiyên berferh bide.

Hin çekdarên ku gotibûn ew hêzên ewlekariyê ne, roja duşema borî daxwaza vekolîna mala wê kiribûn. Wan zêr, pere, telefon, laptop û otombêla wê jî her wiha biribûn.

Rojnamevana xanenişîn, ku her wiha karmenda wezareta rewşenbîriyê ye, ew rexnegireka berdewame ji gendeliya demdirêja Îraqê re.

Tê zanîn ku Îraq yek ji welatên herî metirsîdare ji bo rojnamevanan, ku ji dema destêwerdana Amerîka bo Îraqê di sala 2003an de ji aliyê gurûpên çekdar ve tên armanckirin .

XS
SM
MD
LG