Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê 5 Kesan Digre bi Gumana Girêdana Wan bo Êrîşa Stenbolê


Îro çarşemê polîsê Tirkiyê bi kêmanî 5 bergumanên gurûpa Dewleta Îslamî girtin ku bawere girêdana wan heye li gel êrîşa mirdar a şeva sersalê li bajarê Stenbolê, li gor ajansa nûçeyan a dewletê.

Ajansê got operasyonê li bajarê Izmîrê destpêkir û hîn berdewam e.

Çekdarê ku di şahiya şeva sersalê de 39 kes kuştin, hîn ji bo nerîna giştî nehatiye naskirinê lê wezîrê derve Mevlut Cavusoglu got desthilatdaran ew naskirine, bê ku çi agahiyên berfehtir bide.

Hêjayî gotinê ye, Daiş berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşa ku tê de her wiha nêzîkî 70 kes birîndar bû. Piraniya kesên mirî biyanî bûn ji rojhilata navîn.

Ajansa taybet a nûçeyan Dogan got operasyona polîs, sê malbat ji xwe re kirin armanc ku berî 20 rojan gihîştibûn Izmîr ji bajarê Qonya ku bawere çekdar li wir dima berî pêkanîna êrîşê. Ew dibêje 27 kes, di nav de jin û zarok hatibûn birin bo girtîgehê.

Bi kêmanî 14 kes berê hatibûn girtin bi gumanan girêdana bo êrîşê, di nav de jî du kesên biyanî ku li firokxaneya Ataturk li Stenbolê hatibûn girtin, li gor Anadol.

XS
SM
MD
LG