Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê: Binpêkirina Agirbesta Sûrî Gefê Dide Ser Axaftinên Pêşbîn ên Astana


Tirkiyê dibêje binpêkirinên agirbestê ji aliyê hikûmeta Sûrî ve dê axaftinên pêşbîn ên aştiyê li Kazaxistanê ji rê bixin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu, di axaftina xwe de li gel ajansa Anadol got pêwîste Îran zêdegaviyên hikûmeta Sûrî û hevalbendên wê yên li dor agirbestê çareser bike.

Îran hevalbenda sereke ya serokê Sûriyê Beşar Esed e û aliyekî rêkeftina agirbestê ye li seranserî Sûriyê ku berî serrsalê hate sepandin. Tirkiyê berpirsa opozisyona Sûrî ye.

Agirbest çavlirêye ku rê veke ji bo axaftinên aştiyê li Astana, paytexa Kazaxistanê, dawiya vê mehê di navbera hikûmeta Sûrî û opozisyonê de. Ev axaftin dê bi piştgiriya Rûsya, Îran û Tirkiyê bin.

Cavusoglu dibêje proseya Astana “renge têk biçe eger em nikaribin van zêdegaviyan rawestînin.“

XS
SM
MD
LG