Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Edhem Şêxo: Pêwistiya Kurdan Bi Danheva Arşîvê Kurdî Heye


Dîroka kurdî ta roja îro nehatiye belgekirin bi awayekî zanistî û nektiye warê lêkolînan ta ku sûde jê bê girtin, ji ber sedemên siyasî, abûrî û civakî. Lê di heman demê de jî hin zana û zikêşê kelepora kurdî ji aliyên xwe ve, danheva arşîva kiurdî dikin û li ser medya civakî belav dikin.

Edhem Şêxo yek ji wan kesê ku erkê danheva arşîva kurdî daniye ser milê xwe û bi bê dengê wê ji kovar, malper, rojname û pirtûkên dîrokî dide hev û wê li ser rûpela xwe ya Facebookê belav dike.

Şêxo ji xelkê Efrînê ye û nuha li Istenbûlê dijî, li wir xebatên xwe berdewam dike li gorî derfetên wî û çavriya alîkariyê dike, da ku karibe hin ji danhevên xwe çap û belav bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:16:13 0:00

XS
SM
MD
LG