Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkiyê bo Serdanekê Diçe Îraqê


Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yaildirim îro şemiyê gihîşte Bexdayê bo serdaneka du rojan, li gor tilfizyona dewletê al-Îraqiye.

Ev serdana yekem e piştî nakokiyên di navbera hikûmetên herdû welatan de li dor hebûna hêzên Tirkiyê li bakurê Îraqê.

Tilfizyonê berferehiyên bernameya Yildirim ranegihandin.

Balyozê Tirkiyê li Bexda Faruk Kaymakci li ser Twitter got:” em hêvîdarin ev serdan rûpeleka nû di pêwendiyên Tirkiyê û Îraq de veke”

Hebûna nêzîkî 500 serbazên Tirkiyê li herêma Başîqa ya bakurê rojhilata bajarê Mûsilê ku di bin deste Daiş de ye, bûn sedema nakokiyan di navbera herdû welatan de.

Îraq daxwaza vekişandina wan dike û dibêje ew bê rêdan derbas bûne, û Tirkiyê dibêje ew li ser daxwaza hêzên xwecihî li wir in. Wan bangên derketinê paşguhxistin.

XS
SM
MD
LG