Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokxaneya Florîda Ku 5 Kes Lê Hatin Kuştin Vadibe


Firokxaneya Wîlayeta Florîda li başûrê rojhilata Amerîka ku çekdarekî doh lê 5 kes kuştin careke din vedibe.

Karmendên firokxaneya Fort Lauderdale dirêjiya şev kar kirin ji bo vekirina wê îroj şemiyê sibehê, lê ji sernişînan re hatibû gotin ku ji bo geştên xwe li hêlên esmanî vegerin.

Firokxaneya bi qerebalix doh înê sibehê hatibû girtin piştî ku çekdarekî 5 kes gullebaran kirin û kuştin û her wiha 8 birîndarkirin berî ku bête girtin.

George Piro, berpirsê Miami yê Nivîsîngeha vekolînên Fedralî FBI, got Ajnas “ her aliyekî rûdanê dişopîne ji bo naskirina sedemên êrîşê” din av de jî aliyê terorê.

Berpirsên polîs yên ku kesê êrîşker li cem wan girtiye dibêjin ew 26 salî ye navê wî Esteban Santiago ye û ew doh înê ji Alaska gihîştibû firokxaneyê.

Hate ragihandin ku Santiago berê endamekî nobedarên niştimanî bû li Puerto Rico. Sala borî, derbasî nexweşaneyê bû ji ber hin kêşeyên derûnî ku wî gotibû ew hindengan dibihîse ku daxwazê jê doikin tevlî gurûpa terorîst Daiş be.

XS
SM
MD
LG