Berpirsên Îraqî dibêjin teqîneke xwekujî li taxeka Bexdayê bi kêmanî 13 kes kuştin û bi dehan kes birîndar kirin.
Gurûpa Daiş berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşê.
Xwekujer otombêla xwe ya bumbekirî li dergehê bazareka bi qeralix a navçeyeka Şîiî teqand.
Êrîş tê rojekê piştî pêşketinên nû yên hêzên hikûmeta Îraqê li bajarê Mûsilê, ku di encamê de çekdarên Daiş ji hin navçeyên din dûr xistin û bo cara yekem gihîştin çemê Dicle yê ku di nava bajêr re derbas dibe.