Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsî Tinazên xwe bi Raporta Amerîkî ya Destêwerdana Hilbijartinan Dikin


Alexei Pushkov
Alexei Pushkov

Raporta ajansên ewlekariya Amerîka ya ku Rûsya tawanbar dike bi destêwerdana di hilbijartinên serokatiyê de, bersivên tund ji aliyê siyasetmedar û medya Rûsî ve derxistin holê.

Endamê komîta ewlekarî û berevanî ya parlemana Rûsî Alexei Pushkov, li ser Twitter got:

“hemî tawanbariyên Amerîka li dijî Rûsya ew li ser bingeha ‘Bawerî’ û gumanan in. Amerîka bi heman awayî bawer bû li dor serkirdeyê Îraqê Seddam Huseyn û çeken wî yên kîmawî.”

Di Twitteka xwe ya din de, Pushkov doh şemiyê got serok ”Obama nîgerane ku komarî bêhtirî demukratan bi Putin bawerin.”

Margarita Simonyan, edîtora tilfizyona RT ya Rûsî, ku navê wê di raporta Amerîka de hatibû ziman, di nivîseke xwe de got:

“CIA ya birêz: tiştê we nivîsandî ew bi temamî têkçûne.”

XS
SM
MD
LG