Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîna Otombêlekê Li Dîmeşq 5 Kesan Dikuje


Ajansa nûçeyan a Sûrî dibêje teqîna otombêlekê li başûrê rojavayê Dîmeşqa paytext bi kêmanî 5 kes kuştin û 15 birîndar kirin.

Otombêla bumbekirî îro yekşemê li gundê Sasa yê gundewarê Dîmeşq teqiya.

Çalakvanên opozisyonê gotin gurûpa cebhet Fetih el-Şam a girêdayî al-Qaîde ev êrîşa xwekujî li dijî xaleke vekolînê pêk anî.

Ajansa nûçeyan kesên kuştî nedan nasîn lê got jin û zarok di nav birîndaran de hene.

Li gel ku agirbest li seranserî welat hatiye ragihandin ji roja 30 ê meha borî ve, şer li navçeyên bin destê serhildêran hîn bi temamî ranewestiyaye.

Axaftinên li dor agaibesteka xwecihî li Newala Bereda, ya bakurê rojavayê Dîmeşq, têk çûn.

Gurûpa Hizbullah a Libnanî berdewamiya operasyonên leşkerî li herêmê ragihand piştî 24 demjimêran ji rawestana şer.

XS
SM
MD
LG