Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Dibêje wan Pilankerê Êrîşa Mizgefta Medîne Kuşt


Erebistana Saudî îro yekşemê got polîs kesê ku êrîşa tîrmehê li ser şûnên herî pîroz ên Îsalmê pilan kiribû kuşt. Ew dan nasîn wek xwendekarekî berê ku xwendina xwe bicîhîştibû û tevlî gurûpa Daiş bûbû li Sûriyê.

Wezareta navxweyî got Taie bin Salem bin Yaslam al-Saya'ari li gel tundrewekî din îro di pevçûnekê de li gel polîs hatin kuştin li Riyada paytext.

Ew dibêje wî bumbeya xwekujî ya di êrîşa 4ê tîrmehê de hatî bikaranîn çêkiribû, ku li derveyî mizgefta Medîne, cihê ku pêxember Mihemed binaxbûyî, teqiyabû û di encamê de 4 endamên ewlekariyê hatibûn kuştin û 5 birîndar bûbûn.

Tê zanîn, salane bi milyonan xelk ji seranserî cîhanê serdana mizgeftê dikin di werza Hecê de.

XS
SM
MD
LG