Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sûriyê Esed Bumbebarana Helebê Rewa Dibîne


Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje operasyonên wan ên leşkerî rewa bûn di bumbebarankirina rojhilata Helebê de ku hêzên hikûmetê ew sê hefteyan berê ji dest hêzên opozisyonê derxistin.

Esed dibêje alternatîv dê hîştina sivîlên bajêr di bin dilovaniya “terorîstan“de ba.

Hikûmeta Sûrî hemî aliyên opozisyona ku dijberiya desthilata Esed dikin wek terorîst dibîne.

Axaftinên Esed îroj duşemê ji aliyê medya dewleta Sûrî ve hatin dayîn .

Tê zanîn serhildêrên Sûrî di sala 2012an rojhilata Helebê kontrol kirin û ew di bin desthilata wan de bû ta berî sê hefteyan.

Neteweyên Yekgirtî got helmeta leşkerî ya hikûmetê, ku di encamê de bi deh hezaran sivîl bêşûnûwar kirin, renge zêdegavî bin di yasayên şer de.

XS
SM
MD
LG