Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misir di Encama Êrîşeke Xwekujî de 10 Kes Têne Kuştin  


Berpirsên Misrî gotin êrîşkerekî xwekujî îro duşemê bi kemyoneka zibil a bumbekirî êrîşî xaleka vekolînê kir li bakurê Sînai, bi kêmanî 10 kes kuştin û 22 kes birîndar kirin.

Li gor berpirsên tenduristî û ewlekariyê, piştî êrîşa li bajarê al-Erîş hin teqînên biçûk bûn di demekê de ku çekdaran rûyên xwe nixamtî bûn û bi bumbeyan êrîşî xala vekolînê kirin.

Berpirsan got sê qatên avahiyê hatin bumbekirin, ta niha termên 10 kesan, ku 9 ji wan polîs bûn hatin dîtin û renge jimar bilind bibe. Kesên birîndar hatin veguhestin bo nexweşxaneyê.

Berpirsan her wiha got du efserên polîs ji êrîşê rizgar bûn.

Wan got kemyona zibil berî çend rojan ji şaredariya el-Erîş hatibû dizîn.

Berpirsan nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Ta niha çi kesî berpirsiyariya xwe li dor êrîşê ranegihandiye.

XS
SM
MD
LG